Jan Dost - Were

  • 13 yıl önce
Ji şa'îrê Kurd yê jîr Jan Dost, helbestek bêhempa: Were.

Were
Şanuşîn e ev dilê min şah û sultan im were
ez mirî me bê rih û can, ey rih û canim were

dilbera min tu bihara vî dilê jar û birîn
ez li benda te dinalim dil zivistan im were

tî me wek axa beyabanê li benda avekê
lehî û derya û pêl û berf û baranim were

Zîna Botan î xwedana awirên mêrkuj û tûj
ez perîşan im hejar im Memê zindan im were

ey Xeca pezkovî ez dûrî te avêtim gelî
ez Siyamendê birîndar im li Sîpan im were

herdu çavên te ne Laleş rû bihişta Eden î
dîn û îmana mi çûne, dîn û îmanim were

bawerî min nîne, êdî min qetandin sed kitêb
Zendevista , Cilwe û Incîl û Quranim were.

Jan Dost
1994

Önerilen