Mendo | Aslika Qadir Eleşkirt / Ağrı -- Zêtka # Zêdikan / Agirî

  • 13 yıl önce
Aslîka Qadir hunermenda kurd e.
Aslîka Qadir sala 1945an li gundê navça Axbaranê yê Elegezê (piştra ev gund ket nava sînorên navçên Elegezê, Aragasê û Aragasotinê) ji dayka xwe bûye. Piştî temamkirina dibistana gundê xwe ew salên 1963-1968an di fakûlteta Rojhilatzaniyê da ya Zanîngeha Yêrêvanê da perwerdebûna xwe bi cî tîne û gava perwerde, xwendina bilind distîne dibistaneke Yêrêvanê da dibe mamosta ziman û edebiyeta Ermenî û li vir digihîje posteke bilind û bi rûmet ya serwera beşa perwerdê.

Çawa piştî hilweşana Yekîtiya Sovyêtiyê li Ermenistanê nijadperestan serî hildan û xwestin bi şikênandina ronakbîrên Kurd, ku yekîtiya miletê Kurd diparastin, dutîretiyê bixin nava olka Kurdên Ermenistanê ser bingeha cihêtiya olê Aslîka Qadir wek mêrekî çarquçikî piştgiriya hogirên xwe-ronakbîran kir û rê neda, ku kitêbên fêran wek yê bi navê “Zimanê êzdîkî” bên weşandinê. Aslîka Qadir mecbûr ma dawiya salên 90î ji Ermenistanê derkeve û li welatekî Ewropayê bi cî bibe.

Önerilen