Fata Îsa | Rodî Zerya - Helbestxwîn: Osman Mehmed

  • 13 yıl önce
FATA ÎSA
mihooo!..

serê mehan û koça ewrên destbibazin
bi mitribiyên min re kedî dibin
di erdheja maçîkirinê de
dengê te yî zîz û xizêma pozê te,
deqên eniya te
temaşevan nîn bin jî, kilaman dibilînin...

di sermestiya meymeska baranê de dimeyînim
hêmayên herî bê welat
bi heyvanê heyverona yetam û sêwî...

rev e
reva ber bi qiraxa kêra qesasekî ve
rev e
reva ber bi tenhatiya tariya bêhnvedana gulçîçekekê ve
rev e
dibeze welatê jorîn Serhedê
ji wir digihîje Yêrîvanê lêvên min î tî
ji bo destên min li ser Elegezê xwe bes rakişîne
û bigihîje têla dengê te...

lê dengbêjê!..
ji xeynî navê xwe hey kurdûndayê
nefesa min î reşûşînê
dil di dojeha kilamên te de dadiwerive
li ber yên li vir û li ber yên wenda.
min got dil
helbet dilê sebiyên dilên xwe di destên xwe de digerînin
zarokên ku di hubrên xwe de qeraseyan dihewînin
min got dil...

Önerilen