occo mahabad dem

  • 6 yıl önce
Helbest :Occo Mahabad
Xwendin : Occo Mahabad
Dem
Paşê min fêm kir ku
Eşq jî diguhere û diqede
wekî her tiştî
Bi tenê êş dimîne.
Paşê min fêm kir ku
Kesên ku dibêjin ez naçim
Beriya herkesî diçin
Kesên ku bêriyên destên we êş û azar dikişînin
Êdî we nas nakin..
Hûn dîsa wekî zemanên berê tenê dimînin
Bi tenêtiyan rojên xwe derbas dikin
Dibînin ku
Kesek dengê we nabihîse û napirse
Kesek nemaye Ii pey we rondikan birijîne.. Paşê min fêm kir ku
Jiyan didome
Êş bidome jî hêdî hêdî sivik dibe
Û hûn wekî her tiştî diguherin
Êş diguhere
Birîn diguhere
Dem diguhere…
Dem derbas dibe hinek êş kûr dibin
Dem derbas dibe hinek birîn baş dibin
Lê ya rast
Tu kes nizane
Dem çi tîne û çi dibe
Tu kes nizane dê çi nîşanî we bide...
Occo Mahabad