Occo Mahabad di şeva kambax de

  • 7 yıl önce
Helbest:Occo Mahabad
Xwendin:Ronî Erez
Muzîk:Farîd Farjad
Amadekar:Ceso
http://occomahabad.wordpress.com/

di şeva kambax de ...

dest pênûs e
laş kaxiz e
dil name ye
şev mijar e
di şeva kambax de
xewa min nayê
min bike çîroka xwe
min binivîse...

dev germ e
awir dîn e
diran bêtirs e
lêv şewat e
di şeva kambax de
xewa min nayê
min bike gula xwe
min bêhn bike...

bejn mast e
ken xayîn e
hembêz agir e
goşt xizan e
di şeva kambax de
xewa min nayê
min bike mêweya baxçeyê xwe
min bidize...

daxwaz bêşerm e
can parsek e
tu derya yî
ez masî me
di şeva kambax de
xewa min nayê
min bike nêçîra xwe
min bixapîne...
Helbest:Occo Mahabad