Occo Mahabad çiya

  • 6 yıl önce
Helbest :Occo Mahabad
Xwendin : Bilal Akbaş
Çiya
Ji pirtûka Dem
http://occomahabad.wordpress.com/

https://www.instagram.com/occomahabad/

Çiya

Ev çiya ne rûpelek e
Tu nikarî
Li gor dilê xwe
Bi qelemekê xêz bikî
Tu hêz nikare
Serê wî çiyî bitewîne
Ev çiya ne keştiyek e
Tu nikarî
Berê wî bidî ber bayê
Ev çiya
Çiyayê qaçaxçiyan e
Rê kevir in
Bêdar in
Bêdor in
Çûyîn û hatin
Bi mirinan diwestin. ..

Hêyy bavo
Dengê bilûrên şevê
Bi hespên qemer diaxivin
Hêyy bavo
Ev çiya kalemêr e
Tofan e
Birûsk e
Bager e mêr e şêr e
Qîzaniya bûkan didize bi hêviyan
Rondikên kuran dipêçe bi hesretan
Salên kal û pîran dialêse bi xizaniyan
Sebrên dayik û bavan dikuje bi zayînan
Qêrînên zarokan dixeniqîne bi fermanan

Ev çiya
Çiyayê qaçaxçiyan e
Çûyîn û hatin
Di navbera jiyîn û mirinê de îmana xwe dide
Dengê wî çiyî baş guhdar bike
Ev çiya çiyayê qaçaxçiyan e
Xwe dikuje
Dîsa jî serê xwe li ber zaliman natewîne
Ev çiya çiyayê Kurdan e
Bi xwîn e
Bi girîn e
Bê gor û dost e
Xwe dikuje
Dîsa jî serê xwe li ber zaliman natewîne...
Occo Mahabad