Occo Mahabad ji bo xatirê çavên te

  • 7 yıl önce
Helbest:Occo Mahabad
Xwendin:Baran Zîrek
Muzîk:Kiss the Rain Violin
Amadekar:Ceso
ji bo xatirê çavên te...
http://occomahabad.wordpress.com/

ji bo xatirê çavên te...


Min sazê xwe şikand ji bo xatirê çavên te
Min xwe winda kir bi devê te yê şekirî
Ez ketime nava agirê te xwe dişewitînim
Gelo ez kî me niha
Xwe digerim lê nikarim bibînim
Ka bêje ez ê niha çi bikim
Ne dikarim te bibînim
Ne dikarim te birevînim
Ne jî dikarim dev ji te berdim
Ez rebenê reben ketime derdekî
Nikarim xwe jê xelas bikim.
Nikarim bicehmim herim
Ka bêje cano ez ê niha çi bikim...
Helbest:Occo Mahabad