Occo Mahabad Bêbavê

  • 7 yıl önce
Helbest:Occo Mahabad
Xwendin:Muhammed Gülsarı
Bêbavê…
Di çavên te yên kilkirî de
Hespên boz dibezin
Siwar dibim bi esmeriya xwe ve
Tu diwestî
Ez diwestim
Êş xwe dikuje…
Di porên te yên reş de
Bêhna sosinan digerin
Bêhna te
Bedena min dagir dike
Lêvên min îsyan dikin
Peyvên veşartî bêwate dimînin
Heyv dinale
Roj dimire
Hesret diqede
Tu dikenî
Ez dikenim…
Destên min diherikin destên te
Destên te maç dikim
Şerm dikî
Diricifim
Tu dîsa şerm dikî
Ez dîsa diricifim…
Gotinek belav dibe dilê te
“Bêbavê
De bikene
Ez hatim”
Tu dîsa dikenî
Min hembêz dikî…
Helbest:Occo Mahabad