İsmet Dağ-silav û hurmet-1999

  • 13 yıl önce
SILAV Û HURMET

Ew ilm ên we yî pak û bi rûmet,dîrok û nav û maf da min.
Ez ji nû de xuluqandim e,bûme mîna însan hatim.
Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwediyên ilmê nû ji we re silav û hurmet.

Gotin;"Çeka herî mezin,rexne û xwe rexnekirine"
Gotin;"Evîna Mem û Zîn,jîyanê diafirîne".
Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwediyên ilmê nû,ji we re silav û hurmet.

Bûn rêberê aşîtiyê,çek û ceng ji holê rakirin.
Tixûb rakir ji nav dubendiyê,hemû zindî bi xwe şîyarkirin.
Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwediyên ilmê nû ji we re silav û hurmet.

Bi soz û peyman ji we re,ezê tim li pê we bişopînim.
Ez bernadim qet doza xwe,jîyan bi xwe tekoşîne.
Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwediyên ilmê nû ji we re silav û hurmet.

Helbest û muzik :İsmet Dağ

Albüm:Dewra Mêhdî Hat-1999
Yapım:Medya Muzik
Prodöktör:Muhsin Altıntop

Önerilen