İsmet Dağ-LO ŞERVANO

  • 11 yıl önce
ŞERVANO

Tu bi xêr hate naw jîyana me;
Were rûnî li kêleka me.
Serê me gelkî bilinde;
Ji ber hatin û dîtina te.
Te pir zehmet dît ji bo me;
Bibexşîne kêmasiyê me.
Ew rojên geş te anîye,
Em rêz digrin ji hebûna te.
Lo şervan lo,evîndaro lo.

Şervanê me bi xwe RONÎ ye;
Ser bilinde, ji polaye.
Zana û merd û egîd e ;
Tirs û xofa neyara ye.
Te hilweşand textên neyar ;
Te ji me re şên kiriye cîh û war
Te nakokî ji nav me avêt ;
Te me gîhande rêça rast
Lo şervan lo,evîndaro lo.

Buxe ji bax û baxçên me;
Qedyaye êş û jana me.
Cejna azadiyê ye li her deran;
Himêz bike hevalên xwe.
Daxwaziyên xwe ji me re bêje;
Em amadene ji bo te.
Heta kû em hebin li dinê,
Emê biparêz mafên te
Lo şervano lo,evîndaro lo

Helbest :İsmet Dağ
Muzik:Feyruzşah

Category

🎵
Music

Önerilen