ismet dağ-Dewra mêhdî Hat-klip-2009-

  • 15 yıl önce
DEWRA MÊHDÎ HAT

Zulum diqed e êdî.!!
Jîyanek e nû destpêdibe.
Mejuên gemar û war ên kevnare êdî tê guherandin.
Û êdî ilmekî nûjenî li ser mejû ên gemar tê afirandin.
Hemû gelên bindest û mazlûm êdî digêjin meqsed û miradên xwe yî armancî.
Herkes êdî li ser mafên xwe ewê jîyana xwe bidomîne.
Dewra mêhdî hat.
Dem dema aşîtiyê ye.
Dem dema wekheviyê ye
Dem dema serkeftiyê û azadiya mafên mirovatiyê ye.
Dem dema xebatê ye
Li hemû cihnê pîroz û mubbarek be.
Dewra mêhdî hat.

Tîrêj daketin ji êrşan,xwe berdan nav dilê cîhan.
Dişikeste êdî tirs û xof,dayîkan ÊGÎT welidand.
Pêl dida xwe dîcle û ferat,tixûb rabûn ji nav rojhilat.
Çerxa jîyanê güherand,dewra MÊHDÎ hat.
D'em bikin xebat.

Êgît bûn şervanê jînê,
jîyan kirin maf,jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û başûr;
qetandine zincîra koletiyê.
Waye roj hilat,dewra MÊHDÎ ye,
D'em bikin xebat.

Berxwedan hebûn kire felat,
jîyaneke nû ji,me re kire xelat.
Gelê Kurd û gelek mazlûm,
bûn xwedî dîrok û Welat.
Êdî talîya şevreşê hat,
tixûb rabû ji nav çep û rast,
Dinya me kirin gulbihar,
dewra MÊHDÎ ye,
D'em bikin xebat.

Êgît bûn şervanê jînê,
jîyan kirin maf,jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û başûr;
qetandine zincîra koletiyê.
Waye roj hilat,dewra MÊHDÎ ye,
D'em bikin xebat.

Helbest û Muzik: İsmet Dağ

Önerilen