Îro mi dî weqtê seher (MELAYÊ CİZİRÎ)

  • 10 yıl önce
deng : Şêx Merwan Cizîrî
...
Subhan ji te şahê celal
Hostayê pir qudret li bal
Xasa te dayî ev cemal
Dêmê ji qudret xett û xal

Kifş bû di qewsê da hilal
Vê ra mi dî bedra kemal
Lê bûn niqab çewgan û dal
Wan yek bi mestî daye pal

Lê seyyirî bayê şimal
Pêçane ser nûra zelal
Qet kes-i dîn ev reng misal
Mutrib(mele) were weqt e û mecal
...
Lê keşfê esrarê xwe ke
Mexmûrê xemmarê xwe ke
Heyranê reftarê xwe ke
Kuştîne tîra muhbetê
...
Derdê xedar bêm firqet e
Firqet ji can pir zehmet e
'Aşiq mirin her sa'et e
Ya sehl-i 'aşiq rûh dite

ÇAVKAN/KAYNAK : Dîwana MELAYÊ CİZİRÎ
Bab Y (yê) 113. Îro mi dî weqtê seher