Pir ji dîna te xerîb im xanim- Melayê Cezeri

  • 10 yıl önce
......
Pir ji dîna te xerîb im xanim
Ji te ser ta bi qedem heyran im
Her bi can teşnelebê le'lan im
Dil di benda giriha zulfan im
Yûsifê cur'ekeşê hicran im
Nuqteyê da^ireyê zindan im
Lew şubê da^ire sergerdan im
Badenoşê qedehê hirman im
Bi dil ateş ji ceger buryan im
Lew perîşan im we pir êşan im
'Aşiqê nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulê baxê Iremê Bohtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
Çi tebî'et beşer û insan im
Li l-lahi l-hemd çi 'alîşan im
Di riya yar li rêza ëan im
Lew di iqlîmê suxen xaqan im
Sibehê 'îd e û ez pê zan im
Ko bi kêra te seher qurban im
Xweşbirîndarekê bêderman im
Carekê şefqe ke rûhim canim
Ji xwidê ra veke benda beriyê
Dînbirê horîmisalê zeriyê
Nazikê neyşekerê surperiyê
.....

çavkanî : dîwana MELAYÊ CEZERÎ
Bab Y (yê) 114. Me bi dil nêrgizên xasse divên
rupel : 271

qesîdevan / deng- Seyît Beşîr Doru