Vedat Aydin 21 sal piştî pakrevanbûna xwe dîsa li ser gora wî hat bîr anîn.-20120711

  • 12 years ago
Ji Amedê ji aliyê BDP, KCD û malbata wî ve hat bibîranîn
Tarih : 2012.07.11 13:17:11
Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991'an de ji aliyê endamê JÎTEM'ê ve hate revandin û qetilkirin, li ser gora xwe ya Deriyê Mêrdînê bi girseyê hate bibîranîn.

Serokê Rêxisitna HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin di 5'ê Tîrmeha 1991ê de ji aliyê Endamên JÎTEM'ê ve hatibû revandin. Di 7'ê tîrmehê de jî bi awayekî hatiye qetilkirin li bin pira Madenê hate dîtin û di 10'ê Tîrmehê de li Amedê ji aliyê 100 hezar kesan ve li Deriyê Çiyê hate definkirin. Di ser qetilkirina Vedat Aydin re 21 sal derbas bûn û li ser gora xwe ya Deriyê Mêrdînê bi girseyê hate bibîranîn.

Di merasima bîranînê de Endama Desteya Koordinasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê, Ayla Akat , Parlementerên BDP'ê yên Amedê Nursel Aydogan û Emine Ayna, Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahim Bînîcî, Cîgira Hevserokên Giştî yên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Berdevka Partiya Çepgir a Swêdê Yekbun Alp, Şaredarê Yenişehirê Selim Kurbanoglu, hunermend Serhado û gelek welatî amede bûn. Girseyaku heta ser gora Vedat Aydin meşiyan, li ser gorê ji bo kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin.

Di destpêkê de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî. Zumrut, anî ziman ku zêdeyî 20 salan di ser qetilkirina Vedat Aydin re derbas bû, lê hêj kujer nehatine darizandin û bûyer nehatiye ronîkirin.

Birayê Vedat Aydin Veysi Aydin jî axivî û wiha got: "Birayê min mirovê doz û edaletê bû. Ji ber vê sekna xwe hate qetilkirin. Vedat Aydin ne tenê şehîdê demokrasiyê ye. Bi sekna xwe rêberê gelekî bû. Ew li têkoşîna gelê xwe xwedî derket.

Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, jî diyar kir ku ne ji têkoşîna Vedat Aydin û Muhsin Melikan bûya wê gelê kurd îro ew qas ne nezîkî azadiyê nebûna. . Aydogan wiha axivî: Gelê kurd di salên 1990î de li nasname, çand û nirxên xwe xwedî derketin. Mafê xwe parastin û xwestin. Ji ber vê yekê xwestin bi kuştin û windakirinê rê li pêşiya vê yekê bigirin. Lê bi ser neketin. bi kuştina Vedat Aydin dest bi kuştinên tarî kirin. Lê her yek hate qetilkirin em pir bûn.

Di dawiya merasîma bîranînê de jî dûa hatin xwendin...

http://nuce.tv/1083-ji-amede-ji-aliye-bdp-kcd-u-malbata-wi-ve-hat-bibiranin.html

Tije Vîdyo! http://www.dailymotion.com/user/Serpehati
Celadet Alî Bedirxan
http://www.celadet.com

Dibistana kurdî
http://www.dibistanakurdi.com

Jiyan bi kesk û sor û zer û nîşana serkeftinê xweş e....
Bijî welatê me Kurdîhezistan
Bijî kurdîhezan....