Roboskî, Gûney Kurdistan dan biréz Mesûd Barzanî adina heyet başsagligina geldî.

  • 13 years ago
Heyeteka serokê Kurdistanê biréz Mesûd Barzanî hat sersaxiya gundiyên Robozkê

ŞIRNEX, 2/1 2012 — Duhî heyetek bi navê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ko ji waliyê Dihokê Temer Remezan, berpirsê tayê heştê yê PDK-ê Serbest Lezgîn û hinek birêvebirên îdarî û siyasî pêk dihat, hat gundê Robozkê û li cihê taziyeyê ji kesûkarên 35 kurdên ko bi balafirên tirkan hatibûn kuştin re got serê we sax be.

Li gor Peyamnêrê, Serbest Lezgîn di heqê serdana gundê Robozkê de got:

— Em dê îro li vêderê bimînin û me bi navê serokê Kurdistanê sersaxî li xizm û malbatên şehîdan kir. Wan jî pêşwaziyeka germ li heyeta me kir û bi hatina vê heyetê gelekê kêfxweş bûn. Me xerciya ezayê pêşkêş kir û dê paşê vegerin.

Gundê Robozkê dikeve ser tixûbê başûr û bakurê Kurdistanê û di dema şoreşa gulanê de xelkê vê deverê hem wekî pêşmerge û hem jî bi pêşwazîkirina li pêşmergeyên Kurdistanê piştgiriya PDK-ê û başûrê Kurdistanê kirine.

Recommended