Sivan Perwer - Ez Xelefim

  • vor 15 Jahren
"Wa Êzdînşêr mîrê Botan.
Ka kê pêşta xwe sipartî ye Romîyan e.
Tu dibijî Xelef ditirsi ji meydan e.
Ka were, em îro dekê xwe li hev bidin.
Emê bibînin ku kî berx e, kî beran e."

Ez Xelef im Xelef im
Hewar e mîr hewar e mîr
Ez Xelef im xelef im
Êzdînşêr mîrê Botan e
Xwediyê şûrê'b sedef im
Hewar e mîr hewar e mîr
Xwediyê şûrê'b sedef im
Êzdînşêr mîrê Botan e
Li nav eşîran bi gef im
Hewar e mîr hewar e mîr
Li nav eşîran bi gef im
Êzdînşêr mîrê Botan e

"Li ser şikestina lav û beng Xelefê rêberê Beran û Êzdînşêrê mîrê Botan şerê dekanî dikirin.
Pêre li hemberê hêzên Romîyan winda dikin.
Lê heta hêşê wan tê serî winda dikin her tiştî.
Mixabin xerabmalî şerê biratî."

Ez Xelefê Kinik im
Hewar e mîr hewar e mîr
Ez xelefê Kinik im
Êzdînşêr mîrê Botan e
Xwediyê şûrê'b şirik im
Hewar e mîr hewar e mîr
Xwediyê şûrê'b şirik im
Êzdînşêr mîrê Botan e
Li nav eşîran bi rik im
Hewar e mîr hewar e mîr
Li nav eşîran bi rik im
Êzdînşêr mîrê Botan e