Artêşa Azad bersiva êrîşên rêjîmê li Helebê da

  • 5 years ago
Hêzên rêjîmê ne tenê bi riya firokeyan taxên rojhelatî Helebê armanc dikin lê belê li ser zemînê jî hêzên rêjîmê û milîşeyên wê hewildidin ku derbasî taxên navbûrî bi bin, Jêderên meydanî ji bajêr diyar kirin ku Îro Duşemê ji danê sibehê ve hêzên rêjîmê û milîşeyên wê bi piştgiriya firokeyên Rûsî hewildan ku derbasî taxa Şêx Seîd bi bin lê ew rastî bersiva Artêşa Azad hatin û pevçûnên tund di navbera herdî aliyan de derketin holê di encamê de hejmarek ji leşkerên rêjîmê hatin kuştin û ceblexaneyek wan jî têkbirin.