Xelkên bajarê Mûşê ji bicîkirina Erebên Sûrî nerazin e

  • 5 years ago
Di beriya çend rojan ve Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyîb Erdoğan amaje kir ku dê ew wek dewleta Tirkiye welatî bidine penaberên Sûrîyê, piştî çend rojan ev gengeşe gur bû, siyasetmedarên Kurd îddîa kirin ku penaberên Sûrî Erebin, û dê ew di bajarên bakûrê Kurdistanê de werine bi cîhkirin, yek ji wan navendan jî bajarê Mûşê ye, xwecihên Muşê ji vê yekê nerazîne û dixwazin ku hikumeta Tirk ji vî biryarê vegere