Adnan Oktar: Birayên me yên kurd pirr oldar in, komunîzmê tu carî qebûl nakin

  • 10 yıl önce
ADNAN OKTAR: Birayên me yên kurd pirr oldar in. Hilbijêrên BDP’yî jî pirr oldar in, lê haya Ertuğrul Kürkçü nîn e. Li wir nimêjên sibe û nîvroyê wek nimêja înê tên kirin. Pirr qelebalixe, bi hezaran kes kom dibin û nimêj dikin. Oldarî taybetiya Xelkê başûrê rojhilatê ye. Li wir mele û seyda heneû di nav civakê de pirr tên hezkirin. Birayên me yên kurd bê ol nikarin bijîn. Heke bêjî îttîhad-i îslam dê kezeba wan bişewite û bêhna wan vebe. Di nav wan de nîjadperestî tuneye. Hela komunîzmê qet napejirînin.

Bila gotinên Evdillah Ocalan erênî şîrove bike. Li gor min Evdilla Ocalan nimêjên xwe jî dikirin. Li gor min poşman bûye û tobe kiriye. Xwedê tobeya wî qebûl bike an neke ev mijareke din e. Lê ji Fîravûn re jî deriyê tobeyê vekiriye. ji bo tobe û Qur’anê Vexwendin heye. Heke sûçê wî hebe ew cuda, ew ê cezaya xwe bikişîne. Lê gotina: “te sûç kir, însan kuşt, tu nikarî tobe bikî” nabe. Ji bo tobeyê vexwendin heye.

Qet tişteke wisa dibe? Heke bibe sedema mirina mîlyonek kesî jî deriyê tobeyê dê heta dawiyê vekirî be. Hin kes dibêjin ku “ çima gazî tobeyê dikî?” tu ne misilmanî, tu mirovekî çawa yî? Tu dîn î? Wê çaxê kî gaziyê tobeyê tê kirin, kî nayê kirin? Pîvana vê çi ye? Xwedê pîvanek eşkere nekiriye. Mirov çi qas guneh dike bila bike dê dawetê tobeyê bê kirin.

Ji bo îslamê û Qur’anê dê dawet bê kirin. Li gor min tespîta wî ya derbareyê îttîhad-i îslamê de rast e. Fikra min ew e ku Evdillah Ocalan  ji dil û can îttîhad-i îslamê dixwaze. Lewre çareseriyeke din nîn e. Ew jî zane ku li başûrê rojhilatê  komunîzm nabe. Li başûrê rojhilatê hin partiyên komunîst dê bibin û ew jî dê dewleteke komunîst ava bikin. Ev karê bûyînê ye? Nizanim fikra wî çi ye jî?

Heke bibe, xwedê nede dê tişteke wisa pêk were. Tu dikarî vê qebûlî kîjan kurdî bidî kirin? Biçe li Diyarbekrê bipirse, dê bejin “tu dîn bûyî.” Heke bêje em li vir dewlet û hikûmeteke komunîst ava bikin, dê teqez qebûl nekin. Bimirin jî qebûl nakin.  Lê heke bêjî ji bo “îttîhad-i îslamê” çi dibêjî, dê te hembêz bikin. Li gor min Evdillah Ocalan jî vê rastiyê dîtiye. Di marksîzmê de malbat tune ye. Birayên min yên kurd pirr girîngiyê didin malbatê. Komunîzm malbat, exlaq û olî qebûl nake. Ol ji bo birayên me yên kurd jiyan e. ol jiyan bi xwe ye. Qala misilmantiya qur’an û sihabeyan dikim.

Laîktiyê qur’an derxistiye holê. Laîktî paşê derket holê. Cenabê xwedê laîktî derxist holê. Ka binêr xwedê çi dibêje, ji ber şerê şeytan xwedispêrim xwedê: “ola we ji we re ola min jî j imin re”.  Dibêje ku ez tevlî ola te nebim, tu jî ya min nebe. Dibêje ez mudaxileyê ola te nakim. Û cenabê xwedê, ji şerê şeytan ez xwe dispêrim xwedê dibêje: “ di ol de zordarî tuneye. Demokrasi û laîktiya herî baş di vê daxuyaniyê de ye. Kurt û watedar. Ji bo laîktiyê bi celdan pirtûk dinivîsin. Lê xwedê bi du gotinan aniye ziman. Cenabê xwedê yên din jî ji me re berdaye.

Önerilen