Adnan Oktar: Hêzên biyanê yên ku dixwazin Tirkiyeyê perçe bikin, hewl didin Ocalan wek rizgarker nîşan bidin.

  • 10 yıl önce
ADNAN OKTAR: Rewşeke nû derket holê, derdor tevlîhev dikin. Dibêjin  “de hadê bila bavê we, we rizgar bike, biçin ba Evdilla Ocalan.” Ew jî dibêje ku “ zarokno har nebin, rihet bisekinin.” Paşê jî dibêjin: “ka lê binerin çiqas zilamekî bimbarek e Tirkiye rizgar kir. Siyasetmedarekî wisa tüne ye.” Wisa wisa hişê gel bi navê Evdilla Ocalan ve tijî dikin. Bi vî awayî dixwazin ku gel ji Evdilla Ocalan hez bike. Li gor wan heke xelk ji Ocalan hez bike, dê ji xwe PKK’yê jî qebûl bike. Herweha heşa Evdilla Ocalan jî dibe ezîz PKK jî. Wê çaxê Tirkiye perçebûnê jî heq dike. Dixabitin ku vê plana aqilder derbasî jiyanê bikin.

Qey dibêjin em jî zarokin û em ê bi hêsanî dê qanî bin. Em nayên vê lîstikê. Ango metodên wiha pirr xirap in. Rêbazên herî nexweş in. CIA’ye berê bi welatên rojhilata navîn re wek bi zarokan re dilîze, dilîst. Tirkiyeyê jî wek parikeke piçûk dihesibîne. Lê ne wisa ye.

Mesela guman dikin ku em ê li dijî DAIŞê wiha bên halanê. Na birayê min, em ê dê li dijî DAIŞê neyên halanê. Em guleyek jî bernadin DAIŞê. Karê me bi DAIŞê re nîn e. Karê me bi PKK û rejîma Esed re ye, ewqas.

Ewilî wan çareserbikin, em ê DAIŞê hel bikin. Bila PKK’yê û rejîma Esed ji holê rakin. DAIŞ rojekê me jî hilnade, em ê wê hel bikin. Ne hewceye, ku em mijarê dirêj bikin. Bila hişê xwe hildin serê xwe, ew zarokan naxapîn in.

Önerilen